Li gorî nûçeya El-Mayadeen, di hevdîtinê de ku Balyozê Îranê yê li Beyrûtê Mûçteba Amanî tê de amade bû, pêşhatên dawî yên li qada navxweyî, navçeyî û navneteweyî hatin gotûbêjkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Eraqçî, Qalîbaf û Amanî beşdarî merasîma oxirkirina Seyîd Hesen Nesrullah û Haşim Safîyedîn Sekreterê Giştî yê berê yê Hizbullaha Lubnanê bûn ku roja Yekşemê li yarîgeha Kamil Şîmon a Lubnanê hat lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê di merasîma oxirkirina şehîd Nesrullah û Safîyedîn de got: "Em şîretan li Amerîkiyan dikin ku dev ji komployê berdin, û eger hûn zextê li rayedarên Lubnanê jî bikin jî hûn nagihîjin armancên xwe, sebir û hikmeta me wekî lawazî nebînin, em teslîm nabin."
................
Dawiya peyamê/
